Serokwezîr Barzanî, Wezîrê Dadê yê Federalî Salar Ebdulsetar pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, îro pêşwazî li Wezîrê Dadê ya Federalî Salar Ebdulsetar kir. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li ser rewşa siyasî û girîngiya Zimanê Kurdî nirxandin hatine kirin.
Di agahiyên hatin dayîn de hat ragihandin ku di hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Salar Ebdulsetar de tekezî li ser girîngiya weşandina rojnameya Weqa ya Iraqê hatiye kirin ku bi Zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî yê Iraqê tê derxistin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser bipêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera Wezareta Dadê û Desthilatên Dadweriyê yên Herêma Kurdistanê ya ligel Wezareta Dadê ya Federal û girîngiya parastina serwerî û serbixwebûna desthilata dadwerî û dadgehan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin