Iraq: Budçeya 2021ê wê pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê çareser bike

15 December 2020 22:02 0 dîtin
Iraq: Budçeya 2021ê wê pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê çareser bike

PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Wezîran a Iraqê Hesen Nazim derbarê yasaya budçeyê ya 2021ê de daxuyanî da.

Nazim ragihand ku wê civîneke taybet li ser pêşniyar qanûna budçeya 2021ê bê lidarxistin û got, “Wê budçeya sala 2021ê pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike.”

Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê yasaya deynkirinê pesend kiriye û ew dê di vê çarçoveyê de bigihîn rêkeftinê.