Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

25 November 2020 12:30 0 dîtin
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Bi serokatiya Mesrûr Barzanî, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive.

Li gorî agahiyan, di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî jî wê amade be, ev mijar dê bên axaftin:

*Dahat û xerciyên hikûmetê û rewşa dawî ya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û bûdceya Kurdistanê

*Pêşnivîsa pilana destnîşankirina maf û îmtiyazên malbatên şehîd û enfalkiriyan