Mesrûr Barzanî bi Encumena Wezîran ya Kurdistanê re dicive
PeyamaKurd - Li gor Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, encumena wezîran dê di derbarê çend mijaran îro bicive.
Berdevkê hikûmetê Cotyar Adil li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, encumena wezîran dê îro civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk bîne.
Cotyar Adil daye zanîn, di civînê de çend mijarên mîna danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê, reform û mekanîzma bicîhanîna pilana reforman û pirograma biyometrî tên axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin