Encûmena Wezîran: Divê sandina bûdceya Herêma Kurdistanê, berdewam be
PeyamaKurd-Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, civîna xwe ya asayî kir. Hat ragihandin ku di civînê de li ser xalên girîng guftûgo hatine kirin.
Hat ragihandin ku di civînê de li ser navê Encûmena Wezîran, 47 saliya damezirandina YNKê hatiye pîrozkirin û bi hêviya serkeftinê; xizmetkirina Gelê Kurd hatiye xwestin. Hat eşkerekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, qala beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê kiriye. Hat zanîn ku Serokwezîr gotiye, “Di hevdîtinan de me tekezî li ser bipêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û cîhanê kir, bi taybetî jî di warê aborî û sermayerazandinê de hevdîtin hatin kirin.”
Li gorî hat ragihandin, Serokwezîr eşkere kiriye ku armanca Herêma Kurdistanê ya beşdarbûna forum û kongreyên navdewletî, gihandina deng û helwesta Herêmê ya ji bo platformên navdewletî û bihêzkirina pêgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wekî hevkarekî herêmî û cîhanî ye.
Hat zanîn ku di beşa duyemîn a civînê de Serokê Buroya Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê Xalid Hadî Çawişlî, xulekên dawî yên tîma çavdêriya darayî ya hevbeş a Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal, bilançoya nûjenkirî pêşkêş kiriye. Xerciyên tevahiya sala 2021ê ya ji bo komîteya hevbeş jî bi awayekî zelal, ku tê de tevahiya dahat û xerciyên herêmê hatine pêşkêşkirin. Hat zanîn ku pîrozbahî li Desteya Çavdêriya Darayî hatiye kirin. Herwiha wezaretên peywendîdar di çarçoveya raporta hevbeş de û li ser bingehê maf û mafên darayî yên ku li gorî destûrê hatine damezirandin, Fraksiyonên Kurdî di encûmenê de bidestveanîna mafên Herêma Kurdistanê bişopînin.
Di civînê de qala wê yekê jî hat kirin ku Hikûmeta Federal li gorî yasaya bûdceya federalî, erkên darayî yên Herêma Kurdistanê kêm kiriye û li hember de jî divê Hikûmeta Federal di şandina bûdceya Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Xala sêyem ya civînê pêşkêşkirina raporta Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê Sasan Ewnî ya li ser rewşa sektora geştiyariyê ya li Herêma Kurdistanê bûye û nêrîn û stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê geşepêdana geştiyariyê de bûye. Hat zanîn ku Seroka Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Emel Celal amaje bi hûrgiliyên raportê kiriye û çendîn amar û zanyariyên di derbarê sektora geştiyariyê ya li Herêma Kurdistanê de pêşkêş kiriye. Encûmena Wezîran, bi yekdengî rapora wezareta şaredarî û geştûguzariyê û pêşniyar û stratejiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo bipêşxistina sektora geştiyariyê pesend kiriye.
Di xala dawîn a civînê de proje yasaya (Yekemîn guhertina yasaya parastin û başkirina jîngeha Herêma Kurdistanê) yasaya jimare 8, ji aliyê Wezîra Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd ve hatiye pêşkêşkirin û ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi yekdengî hatiye pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin