Awat Sêx Cenab: Iraqê agir berda nav mala Kurdan, divê rê li ber bê girtin
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab got, wan daxwaz ji Bexdayê kiriye, ku weke hemû saziyên Iraqê, heman mameleyê bi Herêma Kurdistanê re jî bike. Wezîrê Darayî li ser mijara şandina pereyê kêm ê 350 hezar mûçexwiran got, Iraqê agir berda mala kurdan, lê divê kurd bi aqilane, bi sebir û bi aramî tevbigerin û rê li ber belavbûna wî agirî bigirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di hevpeyvîneke ligel çend dezgehên ragihandinê de, behsa hejmarek pirs û dosyeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de yên wekî mûçe, budce û petrolê kir.
Awat Şêx Cenab got: “Di heyama derbasbûyî de mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rastî gelek şîroveyan hat, ku hinek ji wan derew û populîst in” û da zanîn: “Di dema gotûbêjên xwe yên li gel Bexdayê de, me daxwaz kir ku serederî bi fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê re, wek hemû ya bi hemû dezgehên Îraqî re bên kirin.”
Wezîrê Darayî yê Kurdistanê bal kişand ser ku Iraqê nûbûnek xistiye nav xerciyên rastîn, da ku Herêma Kurdistanê ji navçeyên din bileztir bipêş nekeve.
Awat Şêx Cenab diyar kir: “Herêma Kurdistanê di yasaya xerckirinê de rastî gelek neheqiyan hatiye, ji wan jî ew tiştê ku ji bo 15 parêzgehên Iraqê hatibû diyarkirin, ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye diyarkirin.”
Şêx Cenab diyar kir: “Di serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bo Bexdayê de, ji bo Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê eşkere bû ku mijara xerckirina rastîn bûye asteng li pêşiya yasaya bûdceyê.” Herwiha da zanîn ku wan bi aşkereyî gotine ku niha we nikarin %67 ji pişka Herêma Kurdistanê bişînin.
Wezîrê Darayî destnîşan kir; “Hikûmeta federal miqdarek pere ji Herêma Kurdistanê re şandiye, lê ew pereyê ku hatiye şandin, civaka Kurd û fermanber kirine du beş, ji ber ku navê zêdetirî 350 hezar fermanberên Herêma Kurdistanê di nav de nîne. Ev jî weke bombeyekê ku di nava civaka Kurdistanê de hatiye danîn.”
Herwaha diyar kir: “Em li ser mijara mûçeyên hêzên ewlehiyê bi hikûmeta federal re li hev dikin, ji ber ku lîste dê bi kodên taybet werin şandin û ji aliyê ofîsên çavdêriya darayî yên federal û herêmî ve werin kontrolkirin.”
Şêx Cenab amaje bi wê kir: “Hejmara hêzên Heşda Şeibî di bûdceyê de ne diyar e û mehane jî rêjeya pereyên ku werdigirin jî ne diyar e. Sedema wê jî ew e ku ev mijar bi aliyên ewlehiyê ve girêdayî ye, lewma divê serederî bi hêzên asayişa Herêma Kurdistanê re jî bi heman awayî bê kirin.”
Herwiha eşkere kir ku "Hêzên Heşda Şeibî mûçeyên xwe ji Wezareta Darayî ya Federal wernagirin, belku ji Ofîsa Kabîneya Federalî werdigirin.”
Awat Şêx Cenab ragihand: “Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên hember Wezareta Darayî ya Federalî bicih anîne.”
Awat Şêx Cenab dawiyê got, “Herêma Kurdistanê berî damezrandina dewleta nû ya Iraqê, xwedî qewareyeke siyasî ya defakto bû û dezgehên xwe yên fermî hebû û piştre jî Destûra Iraqê ev qeware wek qewareyeke destûrî nas kir û hemû sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, û sîstema federalî ava kir, lê tiştê niha li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin, stem e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin