Polîsên Iraqê agir berdan genim û gundê Kurdistanê

06 July 2019 19:17 0 dîtin
Polîsên Iraqê agir berdan genim û gundê Kurdistanê

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku polîsên federal yên Iraqê li ser sînorê Dakûkê li gundê Şalyarê agir bera zadê gund dane û bo wê bi sedemê 2 xaniyên gund bi temamî şewitîne. Xelkê gundê Şalyarê Kakeiyên Kurdin.

Rêvebirê keştûkalî yê berê yê Kerkûkê Mêhdî Mubarek bo Rûdawê ragihandiye ku îro li dora nîvro, tîmeka bi ser tûxaya 19 emîn ya polîsên Federala Iraqê li bajarê Kerkûkê li navçeya Dakûkê li gundê Şalyarê agir bera zadê gundiyan daye. Mêhdî Mubarek got ku agir ji zad gihaye xaniyan û du xanî bi temamî şewitiye. Mehdî Mubarek weha dewam kir:

“Xelkê gund ev 2 sale ji destê polîsên federal xaniyên xwe terk kirine. Lê xaniyên wan ji ber vê şewatê zerareka mezin dît.”

Fermandarê yekîneya cepha Dakukê yê hêzên pêşmerge Ferhad Kakeyî ragihand ku agir heya dereng dewam dikir û kes nikaribû kontrola agir bike. Kakeyî got ku polîsê federal nehişt kes agir vemirîne û bi sedema agir, xelk gelek zerarê diye û xanî û zeviyên wan şewitîne. Navçeya Dakukê bi ser Kerkûkê de ye û di nava deverên ku dikevin xala 140 de ye.