Wezîrê Derve yê Iraqê bi hevtayên xwe yên Sûrî û Libnanî re behsa hewlên agirbestê dike
PeyamaKurd – Bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabib û Wezîrê Derve yê Sûriyê Bessam Sabbag re hevdîtin pêk anî.
Fuad Husên di çarçoveya Civîna Wezîrên Derve ya Hevbeş a Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî de ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin, bi hevtayên xwe yên Sûriye û Lubnanê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, di hevdîtinê de alozî û pêşhatên heyî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser giringiya zêdekirina hevkarî û hemahengiyê ji bo derbaskirina kêşeyên hevbeş û dabînkirina aramiyê li heremê hate kirin û hate gotin ku divê civaka navdewletî ji bo nehiştina aloziyan û pabendbûna bi biryarên navdewletî gavan bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin