Zêbarî: Li hember tevgera PKKê aramiya Kurdistanê ji bo Amerîkayê xeta sor e
PeyamaKurd - Serokê Odeya Operasyonên Hevbeş ên Iraq û Kurdistanê Babekir Zêbarî, derbarê hevkariya hêzên Pêşmerge Hevpeymaniya Navdewletî û hewldanên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.
Zêbarî got, baweriya hevpeymanan bi hêzên Pêşmerge di asteke bilind de ye û di rahênan û piştevaniya Hêzên Pêşmerge de berdewam in, lê di heman demê de Amerîka ji tevgera PKKê ya li Kurdistanê gelekî nîgeran e.
Babekir Zêbarî da zanîn: “Hêzên hevpeymanan li ser hewlên xwe yên yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam in, ji ber wê jî bi berdewamî hewl didin wan bikin yek û alîkariyên madî, lojîstîk, çek û cebilxaneyan pêşkêşî wan bikin.”
‘PKK bi hêzên îstixbaratî yên herêmê re kar dike’
Zêbarî da xuyakirin: “Amerîka ji tevgera PKKê ya li bajar û gundên Kurdistanê nîgeran e. Aniha bi eşkereyî PKK ji hêzên îstîxbaratî yên herêmê re kar dike. Çi karê PKKê li Xelîfanê heye? Haya me ji plana PKKê heye. Hewl didin aloziya li Silêmaniyê bibin Hewlêr û Duhokê û hikûmetê sûcdar bikin.”
‘Pirsgirêka Amerîkayê li Rojava jî bi PKKê re heye’
Babekir Zêbarî herwiha da zanîn: "PKKê metirsî li ser YNKê çêkiriye û hesabê ti kesî nakin. Niha jî dixwazin li sînorê Hewlêr û Duhokê tevgera xwe çêbikin û Tirkiye êrîşî wan bike. PKK li Amerîkayê wek rêxistina terorê hatiye qebûlkirin. Amerîka ji tevgera vê dawiyê ya PKKê ya li sînorê Xelîfan nîgeran e û ji bo wan têkdana aramiya Kurdistanê xeta sor e, lewma tevgera PKKê ji wan re sosret e û niha pirsgirêkên wan li Rojavaya Kurdistanê jî bi PKKê re hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin