TKPê helwesta xwe ya li hember Tevgera Kurd askere kir
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) Kemal Okuyan destnîşan kir ku ew ê pêwendiyên xwe bi partiyên çepgir ên Tirk ku bi tevgera siyasî ya Kurd re tevdigerin, qut bikin.
Kemal Okuyan bû mêvanê bernameya Gundemê ya kanala TKPê ya YouTubeê û wiha got:
Çep a ku nikaribe ji CHP û tevgera siyasî ya Kurd veqete, ne çep e. Li cîhanê jî rewş wiha ye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî Partiya Komarparêz, Partiya Demokrat tawanbar dike. Bi salan e me got 'çepa rasteqîn a antî-emperyalîst e, Publicîst e. Wek nimûme; eger em ji vir bidomînin, çepeke ku nikaribe ji CHPê û ji tevgera siyasî ya Kurd veqete, ne çep e."
"Em komunîst in, helbet çepgiriya rast doza me ye."
Serokê TKPê Kemal Okuyan wiha dom kir: "Ew ji xwe re dibêjin em çep in, lê em naxwazin li qadeke wisa qirêj, bikevin nava têkoşîna hegemonyayê. Em komunîst in, helbet çepgiriya rast doza me ye. TKP, di eksena têkoşîna çînan de têkoşîna xwe didomîne. TKP dibêje: 'Pirsgirêkên me yên gring hene ku di rojeva alî û partiyên din ên çep de nînin. Welatê me û cîhan me eleqedar dike û em ê têkoşîna xwe ji vir ve ava bikin."
Okuyan diyar kir ku helwesta TKPê ya di derbarê bîrdoziyê de neguheriye û got: "TKP, wê bi ti xeteke siyasî û bîrdozî ku bi hoz û terîqetan re hevkariyê dikin re neguncive."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin