Tevgera Azadî li ser dijatiya medya PKKê ya bo Herêma Kurdistanê daxuyanî da: Em red dikin!

16 August 2023 17:29 0 dîtin
Tevgera Azadî li ser dijatiya medya PKKê ya bo Herêma Kurdistanê daxuyanî da: Em red dikin!

PeyamaKurd – Tevgera Azadî ku li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de hevpeymaneke HDPê ye, li ser daxuyanî û peyamên dijatiya Herêma Kurdistanê û berpirsên wê doaxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku Tevgera Azadî li ser medya civakî belav kiriye de, tê bibîrxistin tohmetbariyên medya PKKê derveyî ehlaqê siyasî ne û wiha hatiye gotin: “Çend rojên dawî medyayên PKKê û yên bi ser wê ve li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên wê, tohmetbariyên giran dikin. Ev nêzîkatîya derveyî ehlaqê siyasî di gelê me de dibe sedema xem û fikarên cidî. Hereketa me van nêzîkatiyên gefxwarinê rast nabîne.”

Di dewamê de jî hatiye diyarkirin, “Tevgera me, Herêma Başûrê Kurdistanê ya bûye navenda aramî, xweşî û azadiyan di bin her şert û mercan de destek dike û her cûre pevçûn û kaosê jî red dike. Di vê çarçoveyê de, di serî de gelê xwe û hemû aliyên siyasî û medyayî em vedixwînin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.”