Pênciwênî gotinên ku medya PKKê bi navê wî dijatiya PDKê kiriye red kir

04 November 2020 19:34 0 dîtin
Pênciwênî gotinên ku medya PKKê bi navê wî dijatiya PDKê kiriye red kir

PeyamaKurd – Medya PKKê nûçeyek li ser navê siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî belav kiriye ku îdia dikin ku Pênciwênî gotiye, PDK nexşeya AKP li dijî Kurdan bi cih tîne û yerê navxweyî sor dike.

Pênciwênî ku kesayeteke xwedî pêwendiyên nêzîk e bi PKKê re li ser gotinên bi navê wî di medya PKKê de hatine belavkirin got: “Ez berpirsyartiya wan gotinan ranakim ku bi zimanê min hatine belav kirin.”

Pênciwênî li ser daxuyaniya ku li ser navê wî hatiye belavkirin û dijatiye PDKê dike, ji BasNewsê re daye xuyakirin ku ew daxuyanî nerast e û ew ecêb maye ji wan gotinên çapemeniya PKKê û dibêje, “Eger şer pêk bê hemû kurd dê jê zerer bibînin. PDK jî PKK jî dê zerer bibînîn.”

Pênciwênî daye zanîn ku wî ti axaftinek li dijî PDKê nekiriye û wiha axiviye: “Ne ku bi navê min ve êrîş li ser PDKê bê kirin, ez ji gotinên xwe yên di tomara vîdeoyî de û li ser tora xwe ya civakî facebookê de hatine belav kirin berpirsim, lê derveyî wê li dijî PDKê çi bê belav kirin ew ne gotinên min in.”

Mihemed Emîn Pênciwênî daye xuyakirin, ew li gel pêkvejiyana partiyên Kurdistanê ye û gotiye, “Ez berpirsyartiya wan gotinan ranakim ku bi zimanê min ve hatine belav kirin.”