Medya Tirk: Ajandeya çekdanîna PKKê zelal bû, wê 3 welat bisopînin
PeyamaKurd – Rojnameya Turkiye li ser pêvajoya fesihkirin û çekdanîna PKKê nûçeyek belav kir û bi zarê çavkaniyên xwe ragihand ku ajandeya xwefesihkirina PKKê zelal bûye.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi berpirsên dewletê re nirxandin kirine û awayê çekdanîn û fesihkirina PKKê diyar bûye.
Li gorî nûçeyê, wê ‘pêvajoya çekdanîn û fesihkirinê’ bilez be û kongreya PKKê jî yan li Silêmaniyê yan jî Hewlêrê wê bê lidarxistin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê îstixbaratên Tirkiye, Iraq û Sûriyê rewşê bişopînin û her çeka di destê PKKê de jî tevî cûreya wê were tomarkirin.
Li gorî rojnameya Turkiye wê mekanîzmayeke hevpar ji aliyê îstixbaratên her sê welatan ve bê damezrandin.
Li aliyê din çavkaniyên AK Partiyê jî ragihandine ku ew dê li hember aliyên ku di dema kongreyê de dixwazin pêvajoyê têk bidin jî hişyar bin û wê rêveberiya Iraqê ji bo vê mijarê di amadebaşiyê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin