Medya Tirkiyê îdia dike ku ‘fermandarekî PKKê’ hatiye kustin

04 November 2019 12:48 0 dîtin
Medya Tirkiyê îdia dike ku ‘fermandarekî PKKê’ hatiye kustin

PeyamaKurd – Medya Tirkiyê îdia dike ku di operasyoneke hevpar a TSKê û MÎTê ya li Iraqê, fermandarê PKKê Musluh Îke ku wekî Têkoşer Zagros jî dihat naskirin, hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê (AA) ku xwe dispêre çavkaniyên ewlekariya Tirkiyê, di operasyoneke hevpar a ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Îstîxbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) li bakurê Iraqê kir da Musluh Îke bi navê xwe yê naskirî Têkoşer Zagros hatiye kuştin.

Tê gotin ku Têkoşer Zagros fermandar û berpirsê herêma Metînayê bû.

Ji aliyê din ve heya niha PKKê di vê barê de daxuyaniyek nedaye û mijar piştrast jî nekiriye û red jî nekiriye.