YPG bi daxuyaniyekê îdiayek Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê red dike

18 October 2021 12:34 0 dîtin
YPG bi daxuyaniyekê îdiayek Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê red dike

PeyamaKurd – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê, îdiaya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê red dike ku amaje bi canjidestdana 5 şervanên YPGê li Rojavayê Kurdistanê dide.

YPG di daxuyaniya xwe ya îro belav kir de diyar kir, îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku 5 şervanên wan di pevçûneke çekdarî de li navçeya operasyona Kaniya Aştiyê hatine kuştin, nerast e.

Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin: “Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro (17/10/2021) daxuyaniyek belav kiriye û îdîa dike ku hêzên me li navçeyên dagîrkirî êrîşî hêzên artêşa Tirkiyê kirine û di encama şer û pevçûnan de 5 şervanên me şehîd bûne, lê ev zanyarî nerast in.”

YPG herwiha dide zanîn, ti tevgereke serbazî ya hêzên wan li wan navçeyan nîne ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amaje pê daye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 17ê Cotmeha 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê îddîa kiribû ku “hêzên wan li navçeya Kaniya Aştiyê (Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê) di çarçoveya wan tedbîrên wergirtine de rê li ber êrîşeke din a şervanên YPGê girtine û 5 ji çalakî xistine.”