Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: Pêvajoya radestkirina S400an destpê kir

12 July 2019 12:17 0 dîtin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: Pêvajoya radestkirina S400an destpê kir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku pêvajoya radestkirina kel û pelên pergala parastina hewayî ya S400an bo Enqerê destpê kir

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora medyayî ya Twitterê ragihand ku pêvajoya radestkirina kel û pelên pergala parastina hewayî ya S400an bo ji Rûsyayê bo Enqerê îro 12ê Tîrmehê destpê kiriye. 

'BEŞA YEKEM A MOŞEKAN GIHIŞT ENQERÊ'

Ji aliyê din ve Ajansa fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadoluyê (AA) jî ragihandiye, yekemîn grûpa mûşekên S-400 bi balafirekê îro gihîştiye Enqerê.

Li gor rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê, di qonaxa yekem de sîstema mûşekî ya S-400 radestî Tirkiyê tê kirin û li Enqere ya paytexta wî welatî û herwiha li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê tê danîn.

Herwiha pisporên Rûsî yên vê pergalê dê bo dema mehekê li Tirkiyê bimînin, da ku di aliyê pratîkî de li Tirkiyê ceribandin li ser pergala mûşekî ya S-400 were kirin.