Medya Tirk: Li Garê endama komîteya navendî ya PKKê bi operasyona MÎTê hat kustin

10 November 2021 19:46 0 dîtin
Medya Tirk: Li Garê endama komîteya navendî ya PKKê bi operasyona MÎTê hat kustin

PeyamaKurd - Medya fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadolê ragihand ku hevbeş a (Saziya Îstixbarata Tirkiyê) MÎT û Artêşa Tirkiyê, fermandareke payebilind a PKKê bi navê Nazli Taşpinar a bi eslê xwe Tirk bûye, li herêma Gare hatiye kuştin.

Ajansa Anadol (AA) ya bi ser hikûmeta Tirkiyê ve daye xuyakirin ku Nazli Taşpinara endama komîteya navendî ya PKKê bûye û di kategoriya sor da lêgerîn li ser hebûye.

Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin ku Nazli Taşpinar navê wê yê kod "Emine Erciyes" bûye ku ji aliyê îstixbarata Tirk ve yi Gare hatiye kuştin.

Hat zanîn ku Nazli Taşpinar ji bajarê Nevşehîr ê Tirkiyê ye û sala 1994an beşdarî nav PKKê bûye.