Medya Tirk: Ocalan ji PKKê re name sand, ‘Rêxistin min ava kir, ez ê hilwesînim jî’

09 February 2025 09:00 0 dîtin
Medya Tirk: Ocalan ji PKKê re name sand, ‘Rêxistin min ava kir, ez ê hilwesînim jî’

PeyamaKurd – Di medyaya Tirk de li ser proseya hevdîtinên Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re îdiayeke balkêş hate belavkirin ku tê gotin, Ocalan ji PKKê nameyek şandiye û daxwazên xwe tê de anîne ziman.

Li gorî rojnameya Turkiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê, Abdullah Ocalan li ser proseya Îmraliyê ya ku bi şanda DEM Partiyê re hevdîtin pêk anîne û li ser çekdanînê xebat têne kirin, nameyek ji PKKê re şandiye.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, diyar kirine ku piştî hevdîtina duyem a şanda DEM Partiyê, di navbera Ocalan û dewletê de, danûstandina ji bo çekdanînê xurt bûye.

Herwiha hate îdiakirin ku Ocalan nameyek ji rêxistinê re şandiye ku çavkaniyan daye zanîn; tê de nirxandinên li ser çekdanînê û rêbazên wê hatine kirin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, hevdîtinên Ocalan bi rêya şanda DEM Partî û  MÎTê têne meşandin, lê hîn biryar li ser çawaniya bangewaziya Ocalan a tê çaverêkirin (gelo wê bi vîdyo be yan bi devkî û nivîskî be) nehatiye dayîn.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku Ocalan daxwazên rêxistinê qebûl nake û gotiye, “Rêxistin min ava kiriye, ez ê hilweşînim jî.”