Medya tirkî kustina serkirdeyekî PKKê ragihand

25 February 2020 12:25 0 dîtin
Medya tirkî kustina serkirdeyekî PKKê ragihand

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand ku serkirdeyekî PKKê di encama operasyonekê de li Şingal hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Ajansa Anadolıyê (AA) ku xwe dispêrê çavkaniyên ewlehiyê, ku artêşa wî welatî li gel Saziya Îstixbaratê ya wî welatî (MÎT) operasyoneke hevbeş li dijî PKKê pêk aniye û li gor nûçeyê, “di operasyonê de serkirdeyê PKKê yê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê, Yahya Duman hatiye kuştin.”

Li gor zanyariyan berdest yên  nehatine piştrastkirin, ew berpirsê PKKê Yahya Duman bûye û li Şingalê hatiye kuştin.

Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku, heya niha derbarê bûeyrê de ji aliyê Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) tu daxuyanî nehatiye belavkirin.