Medya Tirkiyê: Serkirdeyeke PKKê hat kustin

30 March 2020 14:02 0 dîtin
Medya Tirkiyê: Serkirdeyeke PKKê hat kustin

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê (AA) ragihand, serkirdeyeke mezin a PKKê di êrîşeke hêzên wî welatî de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyênAAyê Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Hacer Goyî (Nazife Bilen) di operasyoneke hevbeş a MIT û hêzên artêşa Tirkiyê (TSK)  de hatiye kuştin.

Tê gotin ku Hacer Goyî yek damezirinera tevgera jinan a PKKê bû û yek ji serkirdeyên çalak ên KCKê bû.

Ji aliyê din ve PKKê heya niha deerbarê vê îdiayê de tu daxuyaniyek an helwestek nîşan nedaye.