Medya Tirkiyê: Berpirsekî PKKê li Xakurkê hate kustin
PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Tirkiyê AAyê ragihand, ku serkirdeyî pilebilind ê PKKê “Nedim Karakulak” ê bi navê kod “Kawa Garzan”, di êrîşeke artêşa wî welatî de li Xakurkê hatiye kuştin.
Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê (AA) îro ragihandiye, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê devera Xakurkê ku dikeve sînorê Herêma Kurdistanê, bombebaran kirine.
Li gor heman çavkaniyê, di encama êrîşeke esmanî ya balafirên Tirkiyê de bo ser binke û baregehên PKKê li Xakurkê, 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan berpirsekî pilebilind ê çekdarî yê PKKê ye.
Bi gotina medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê, navê wî serkirdeyê PKKê ku di bombebaranê de hatiye kuştin, 'Nedim Karakulak' bi navê xwe yê naskirî 'Kawa Garzan' e.
Ji aliyê din ve PKKê hêj derbarê vê yekê de tu daxuyanî nedaye û kuştina wî berpirsê xwe red an piştrast nekiriye. Tê gotin ku Kawa Garzan berpirsê herêma Heftanînê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin