Silêmanî | Asayîsa YNKê bi ser ‘Tevgera Azadî’ ya girêdayî PKKê de girt

27 November 2018 13:52 0 dîtin
Silêmanî | Asayîsa YNKê bi ser ‘Tevgera Azadî’ ya girêdayî PKKê de girt

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro hêzên asayîşa Silêmaniyê bi ser avahiya Partiya Tevgera Azadî de girtin ku ev yek piştî fermana Qûbad Talebanî ya qedexekirina çalakiyên PKKê tê.

YNKê ji bo xweşkirina têkiliyên bi Tirkiyê re, bi rêya Qûbad Talebanî 25ê Mijdarê fermanek derxistibû ku çalakiyên hemû partî û rêxistinên ne yasayî yên bêyî destûra fermî ya Hikûmeta Kurdistanê hatine vekirin  werin qedexekirin û 24 demjimêr mohlet hatibû dayîn.

Li gor zanyariyan hêzên asayîşê niha avahiya Tevgera Azadî dorpêç kirine û rêveberên wê partiyê jî civîneke awarte pêk tînin.