Joey Hood: Em weke Amerîkayê pabend in bi parastina nirxên Kurdistanê
PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood, di bîranîna Helebceyê de ya li Washingtonê bi awayekî vîdyo-konferans birêve çû diyar kir; Amerîka dê pabend bibe bi parastina Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî hebûneke me ya serbazî û siyasî li herêmê heye û me çendîn milyon dolar ji bo pêkvejiyanê li Iraqê xerc kirine.
Joey Hood da zanîn: “Ew bûyera tal, me han dide ku em tu car rê nedin dubarebûna wan, bi taybetî rêlibergirtina Beşar Esed û li her derê ku em guman bikin, rê nadin dubarebûnê û em rê nadin Îranê jî destê xwe bigihîne çeka atomî.”
Hood destnîşan kir: “Nabe em êş û janên gelê Kurdistanê ji bîr bikin, bi taybetî li Iraqê. Herwiha ez bînim bîra we ku Papayê Vatîkanê li Herêma Kurdistanê li ber hezaran kes merasîma olî birêve bir, nabe ev were jibîrkirin ku Herêma Kurdistanê bihişta pêkvejiyan û biratiyê ye li Iraqê, herwiha vekirina beşeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û nabe em van destkeftan ji bîr bikin û divê em wan biparêzin, em weke Amerîkayê pabend in bi parastina van nirxan.”
Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de Joey Hood eşkere kir û got: “Hikûmeta Amerîkayê bi çendîn cûreyan dê berdewam bibe di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de, hebûna serbaziya me li temamê herêmê heye, hebûneke me ya siyasî ya mezin jî li Iraq û Herêma Kurdistanê heye û me ji bo vê mebestê çendîn milyon dolar xerc kirine. Me her dem hewl daye ku em vê pêkvejiyanê biparêzin, ku ev cûreyek ji parastina Herêma Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin