Joey Hood: Iraq ji bo asayîsa Amerîkayê girîng e, loma pistevaniya xwe dewam dike
PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood ku demek berê serdana Rojavayê Kurdistanê jî ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî kiribû, destnîşan kir; Amerîka ji aliyê leşkerî û darayî ve li Iraqê dimîne û got, Iraq ji bo asayîşa niştimanî ya Amerîkayê girîng e.
Joey Hood ragihand; çar meh maye ku hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin, ji bo vê yekê ligel aliyan gotûbêj dikin da ku bi temamî DAIŞê ji nav bibin heta dema ku dimîne.
Hood diyar kir; Washington ji nêz ve çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dike, ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de birêve biçe, ji bo vê yekê jî piştevaniya darayî dide hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî.
Hood eşkere kir; Amerîka li Iraqê dimîne û di alîkarîkirina leşkerî û darayî de bo Bexdayê berdewam dibin, ji ber ku Iraq yek ji wan welatan e ku ji bo berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê, girîng e.
Joey Hood bal kişand ser, Amerîka ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê, ji aliyê darayî ve piştgirî dide û di warên serbazî, dîplomasî û darayî de ligel Iraqê berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin