Hood: Îdareya Biden pabend e bi Iraqeke yekgirtî û Kurdistaneke bihêz
PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood diyar kir; pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî zelal e û îdareya Biden pabend e bi Iraqeke yekgirtî û Kurdistaneke bihêz.
Joey Hood li Washingtonê da zanîn: “Min di du mehên borî de du caran serdana Hewlêrê kir û li wir em li ser wan mijaran xebitîn ku ji bo îdareya Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng in.”
Hood eşkere kir, Amerîka piştevaniya rêkeftina Şingalê dike û got: “Em dixwazin %100 ew rêkeftin were cîbicîkirin, lê belê Heşda Şeibî û PKK guh nadin Hikûmeta Iraqê û divê ji wê deverê derkevin.”
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood tekezî li ser pabendiya îdareya Biden li hember Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û eşkere kir: “Min di du mehên borî de, du caran serdana Hewlêrê kir û li wir em li ser wan mijaran xebitîn ku ji bo îdareya Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng in.”
Joey Hood da zanîn: “Siberoja pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî zelal e. Em pabend in bi Iraqeke aram û yekgirtî û Kurdistaneke bihêz û xweşguzaran. Ev siyaset ji destpêka îdareya Serok Biden ve gelek zelal e û bi hemû cîhanê nîşan daye, ji gotûbêjên stratejîk ve, ku Herêma Kurdistanê beşek bû tê de, heta serdanên min ên bo Hewlêrê, ku di du mehên borî de min du caran serdana Hewlêrê kir û li wir em li ser wan mijaran xebitîn ku ji bo îdareya Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng in.”
Hood bal kişand ser wê yekê ku roj bi roj veberhênan û bazirganî û pêşketina aboriyê li Herêma Kurdistanê pêş dikeve û sedema vê yekê jî bi wêrekî û qehremaniya hêzên Pêşmerge ve girêda, ku kariye seqamgîrî û asayîş û aramiya herêmê biparêze û derfet ji bo veberhênanê pêk bîne.
Li ser vê mijarê Joey Hood eşkere kir: “Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê xwe îsbat kirine, ji şerê terorê heta parastina seqamgîrî û asayîşa herêmê, vê jî wisa kir ku bazirganî û veberhênan berê xwe bidin herêmê û geş bibin. Bernameyeke me ya têr û tije ya rahênan û şêwirmendiyê heye ligel hêzên Pêşmerge û em berdewam dibin. Serok Biden ji destpêkê ve gelek zelal bûye û diyar kiriye: Em li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin û bi hev re şerê dijî DAIŞê dikin. Ji bilî vê ji aliyê çandî ve veberhênan hatiye kirin, weke nimûne; zanîngehên Amerîkayê li Duhok, Silêmanî û zanîngeha Katolîk li Hewlêrê, ku ji bo pêşvebirina bi şêwaza akademiya Amerîkî û amadekirina xwendekaran ji bo bazara kar, ku di berjewendiya Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye.”
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê daxwaz jî kir ku Heşda Şeibî û PKK ji Şingalê derkevin û rê bidin ku xelkê wê deverê vegerin ser mal û milkên xwe. Li ser vê mijarê Joey Hood diyar kir: “Me piştevaniya rêkeftina Şingalê kiriye û em dixwazin ji sedî sed were cîbicîkirin, çimkî ev rêkeftin yekane rê ye ji bo pêkanîna asayîş û aramiya li wê deverê û car din vegera xelkê bo cih û warên xwe, lê belê Heşda Şeibî û PKK guh nadin hikûmeta Iraqê. Weke hûn dizanin; Amerîkayê PKK weke komeke terorîst nas kiriye û em ji wan daxwaz dikin ku dev ji çalakiyên xwe yên terorîstî yên li herêmê berdin û ji Şingalê derkevin, da ku xelk bikarin vegerin warên xwe.”
Li ser hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê jî, Joey Hood diyar kir ku Amerîka û Ewropa û Neteweyên yekbûyî bi hûrgilî çavdêriya hilbijartinan dikin û daxwaz kir ku xelkê Iraqê bi dengên xwe li welatê xwe guhertin bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin