Dadgeha Xarpêtê di doza akademîsyen Hifzullah Kutum de biryareke emsal da
PeyamaKurd – 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê, di rûniştina duyem a doza Akademîsyen Hifzullah Kutum de, biryar da ku bikaranîna peyvên ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ nabe tawaneke yasayî û loma jî biryara beraetkirina Kutum ji bo wê dozê da.
Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Beşa Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesabê xwe yê twitterê li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.
Piştî wê peyamê akademîsyenê Kurd, 6ê Mijdarê ji kar hatibû avêtin û heman rojê hatibû girtin ku 10 Mijdarê jî bi mercê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatibû berdan.
Di danişîna duyem a dadgehê de, biryareke emsal hat dayîn ku ew peyama Kutum a belav kiriye nabe tawan û beraeta wî hat dayîn û herwiha qedexeya derketina wî ya derveyî welat jî hat rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin