Sancar girtina akademisyen Hifzullah Kutum a ji bo peyva 'Kurdistanê' rexne kir...
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya parlamenê de, girtina Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum ji ber peyam û bikaranîna peyva ‘Kurdistanê’ rexne kir û bal kişand ser axaftineke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li parlamenê navê Kurdistanê anîbû ziman.
Sancar li ser mijarê got: “Bi hinceteke wiha biryara girtinê tê dayîn. Tê zanîn ku li vî welatî peyva Kurdistanê ne sûc e. Pêwîst nake em biçin heta heyama damezrandina komarê jî. Tenê du mînak bes in; yek ji wan sala 2013an Erdogan di civîna partiya xwe ya parlamenê de behsa zabitên parlamentoyê yên Kurdistanê û dibêje, ew îfade di wan de heye. MHP û CHP rexne lê kirin. AKPiyan ecêb çepik lêdan. Wê demê medyaya Erdogan jî çepik ji bo axaftinê lêdan.”
Sancar di berdewamê de mînaka duyem ji namzedê hilbijartinên şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim da ku wî jî ji bo dengên Kurdan bistîne di serdana Diyarbekirê de peyva Kurdistanê bikar anîbû.
Hevserokê HDPê herî dawî jî mînak ji serdana Erdogan a du roj berê ya bajarê Batmanê da û li ser pêşwazîkirina Erdogan bi strana ‘Batmanê Batmanê’ bibîr xist ku piştî peyva Batmanê di wê stranê de çi tê gotin?

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin