Girtina akademisyenê Kurd rastî bertekan hat: Ev der Kurdistan e!
PeyamaKurd - Akademisyenê Kurd ji Beşa Maliyeyê ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê Hifzullah Kutum piştî ku ji kar hatibû avêtin û hatibû binçavkirin, doh 6ê Mijdarê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Hifzullah Kutum li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir û roja 14ê Îlona 2021an li ser hesabê xwe yê twitterê ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.
Li ser vê parvekirinê lêpirsîn derbarê wî de hatibû destpêkirin û 5ê Mijdarê jî hem ji aliyê zanîngeha lê kar dike, ji karê xwe hatibî îxrackirin hem jî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û ji aliyê kesên nijdaprestên Tirk ên şoven ve li dijî wî kampanya hatibû destpêkirin.
Piştî ku doh Kutum ji ber peyma ‘Kurdistanê’ hat girtin li ser medya civakî bertekên tund li dijî vê kiryarê hatin nîşandan.
Li ser medya civakî piştî girtina akademisyenê Kurd, ji bo azadkirina wî û xwedîderketina li Kurdistanê gelek parvekirin bi hastagên ‘#evderkurdistane, #HifzullahKutumSerbestBerdin’ hatin belavkirin û Kurdên welatparêz li Kutum xwedî derketin.
Piştî girtina Kutum parêzerê wî ji Baroya Diyarbekirê Mehmet Emin Aktar ji ragihand ku Kutum bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” li dadgehê hatiye girtin û got: “Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê îtîraz bikin.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, “Girtina akademîsyen Hifzullah Kutum a ji ber parvekirina Kurdistanê, nîşaneya rewşa azadiya akademîk û bêaqiliya fobiya Kurdî ye. Ji bo kesên dizane, azadiya raderbirînê rêgeza herî bingehîn a demokrasiyê ye."
Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî li ser biryara girtinê got, “Mixabin bêtehamuliya li hember axaftin û bikaranîna Kurdistanê didome. Ev lêpirsîn û biryara girtinê; bi awayekî eşkere binpêkirina mafê ewlekariya hiqûqî û mafê azadiya derbirînê ye. Weke Baroya Amedê em dê pêvajoya dozê bişopînin.
Serokê Partiya DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen jî bertek nîşan da û li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: “Akademîsyenê Hifzullah Kutum ê ku `Kurdistanê` parvekirina parve kiribû, hat girtin. Girtin ne ji ber twîtekê ye, ji ber peyva Kurdistanê ye. Bizane ku em dê serî li ber vê fermana neqanûnî ya ku we afirandiye stûyê xwe jê re xwar nekin. Tevî we jî Kurdistan ji bo me hêj peyveke derbasdar xweş e.”
Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mahmut Şahîn di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da nerazîbûn ji girtina Kutum re nîşan da û got: "Kurdistan navê erdnîgariyeke berfireh e ku kurd lê dijîn. Di heyama Selçûkiyan, Osmanî û xûla yekem a parlamentoyê de bêyî dudilî peyva Kurdistanê hate bikaranîn, lê piştî sala 1925ê û kiryarên Îttihat Terakiyê bi îdelojiya fermi hewl hate dayîn gav bi gav were jibîkirin. Şahîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku bikaranîna peyva Kurdistanê bi serê xwe weke tawan were dîtin û bibe sedema girtinê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, li ser girtina akademisyen Hifzullah Kutum ji aliyê HDPê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn ku helwesta xwe heta niha diyar nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin