Nexistina Kurdî ya nav 5 zimanên ‘e-Reçetem’ rastî bertekan hat

27 August 2023 13:05 0 dîtin
Nexistina Kurdî ya nav 5 zimanên ‘e-Reçetem’ rastî bertekan hat

PeyamaKurd – Li sîstema dermanan a Tirkiyeyê e-recetem 5 ziman hatin zêdekirin ku di nav wan zimanan de Kurdî nîne. Nebûna kurdî di nav sîstema dermanan de, li ser medya civakî rastî bertekan hat û hate rexnekirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê li sîstema "e-Reçetem"ê zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî hatin zêde kirin, lê kurdî di nav de tune ye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca eşkere kir ku li sîstema e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin û got: “Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di sîstema e-Reçetemê de bi dawî bû doh danê sibehê dest bi xizmetê kir. Xizmeta bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî îro li ser înternetê dest pê kir.”

Piştî parvekirina Fahrettîn Koca, gelek kesan ji ber nebûn û paşguhkirina Kurdî di sîstemên xizmeta gel ên dewletê de bertek nîşan da.

HDPê jî li ser hesabê xwe yê X Kurdbûna Fahrettîn Koca bibîr xist û got: “Kurdên ku piştgiriyê didin AKPê, gelo hûn jî van pirsan nakin? Birêz Fahrettin Koca qet nebe hema tu li zimanê xwe jî xwedî derketa.”