Li Parlemena Tirkiyê sîstema zimanên wergerê hat sazkirin, lê Kurdî tê de nîne!

06 October 2021 14:27 0 dîtin
Li Parlemena Tirkiyê sîstema zimanên wergerê hat sazkirin, lê Kurdî tê de nîne!

PeyamaKurd - Di heyama nû ya xebatê ya parlamentoya Tirkiyê de ku 1ê Cotmehê dest pê kiriye, sîstema dijîtal ya wergera rasterast jî hatiye saz kirin, lê tê de Kurdî nîne.

Li gorî sîstema hatiye sazkirin, bi zimanên Fransî, Rûsî, Îngilîzî û Erebî werger wê bê kirin, lê belê tevî ku zêdetirî 30 milyon Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijî di sîstema wergerê de Kurdî nehatiye danîn.

Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li dijî nebûna Kurdî bertek nîşan da û li ser medya civakî wiha got:

 "Me niha sîstema nû kontrol kir. Di sîstemê de bo wergera rasterast 4 ziman hene lê wergera zimanê Kurdî tê de nîne. Nizanim li vê parlamentoyê Ereb, Fransî, Rûs an Ingilîz hene an nînin, lê zimanê Kurdî di vê sîstemê de tûne ye. Ez vê yekê dibêjim ku careke din cûdakariya tê kirin bê dîtin. Li vê parlamentoyê parlamenterên Kurd hene û divê wergera Kurdî jî hebûna”