6 partî ji bo sîstema parlementeriyê di meclisa Tirkiyê de civiyan
PeyamaKurd – 6 partiyên Tirkiyê ji bo sîstema parlementeriyê ji nûh de bê danîn, di meclisa Tirkiyê de civiyan. Her 6 partî di şûna hukumeta serokkomariyê de sistema parlementeriyê ya hatiye xwurtkirin, dixwazin deynin.
Nûnerên partiyan yên di komisyonê de dibêjin ku ‘serokkomarê serbixwe û bê partî’, ‘meclisekî xwurt’ û ‘darizandina serbixwe’ dixwazin. Her 6 partî li ser van esasan lihev kirine û wê encamname piştî civînê bê ragihandin. Xebata her 6 partiyan, piştî gotina seroka İYİ partiyê Meral Akşener ku got; “ez ne namzedê serokkomariyême lê sîstema parlementeriyê were ez namzeda serokwezîrtiyê me” ,zêde û xwurttir bû.
Di nav partiyên civînê dikin de 3 care civîn çêdibe û her 6 partî CHP, İYİ Parti, Saadet Partisi, Deva Partisi, Gelecek Partisi û Demokrat Parti ne.
Di komîsyonê de nûnerên ku hene; cîgirê serokê CHP ê Muharrem Erkek, cîgirê serokê İYİ Parti Prof. Dr. Bahadır Erdem, cîgirê serokê Saadet Partisiyê parêzer Bülent Kaya, cîgirê serokê Demokrat Partiyê Bülent Şahinalp, ji partiya DEVA yê hûqûqnas Mustafa Yeneroğlu û ji Gelecek Partiyê Ayhan Sefer Üstün hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin