Tezkera Somaliyê di meclisa Tirkiyê de qebûl bû
PeyamaKurd – Bi sedema li hemberê tehdîd û terorê destekê bidin Somaliyê, serokkomariya Tirkiyê ji meclisa Tirkiyê xwest ku 2 sal îznê bidin artêşa Tirkiyê da li Somaliyê wezîfe bike. Daxwazname an tezkere di meclisa Tirkiyê qebûl bû. Daxwaz ji Somaliyê ji bo Tirkiyê berê hatibû kirin ku leşkerên Tirkiyê çend sale li Somaliyê wezîfe dike.
Biryarname di çarçova hevkariya bergiriya navbera Tirkiyê û Somaliyê de hat qebûl kirin. Di nav xebatên tîmên leşkerê Tirkiyê yên li Somaliyê de, bergiriya li dijî terorê, korsaniya deryayî, masîvaniya derqanûnan, karên qaçax û tehdîdên din hene.
Leşkerên wezîfedar her weha wê di Kendava Adenê û Derya Ereb de jî kar bike.
Di dengdana meclisê de CHP û DEM Partî dengên xwe li dij tezkerê dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin