Tezkera Iraq û Sûriyê di meclisa Tirkiyê de qebûl bû
PeyamaKurd – Daxwaza serokkomariya Tirkiyê ya ku wê Tirkiye leşker bişîne Sûriyê û Iraqê di meclisa Tirkiyê de qebûl bû. Di daxwaznama serokkomariyê de, xwestiye ji bo 2 salan qanûn qebûl bibe.
Daxwazname ji bo 2 salan hat qebûl kirin lê parlementerên CHP û HDP li dijî daxwazê dengên xwe bikaranîn.
Di tezkera bi îmza serokkomar Tayip Erdoğan de, tê gotin ku li sînorê başûrê Tirkiya îro ji aliyê ewlehiya Tirkiyê de rêxistinên weke PKK, PYD, HPG û DEAŞ ê ji bo Tirkiyê talûke ne û qesda rakirina ewlehiya netewî ya Tirkiyê dikin.
Qanûn wê ji 30.10.2023an û pêde, dê heya 2 salan dewam bike. Tirkiye dema tevgerekî ji bo xwe talûke bibine dê karibe yekser mudaxele bike. Ji xwe leşkerên Tirkiyê diçarçova qanûna berê de ku heya niha dewam dike, leşkerên xwe li Sûriyê û Iraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê bicîh kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin