Misir: Ti sedemek ji bo mayîna Tirkiyê ya li Lîbya, Iraq û Sûriyê nîne

10 November 2021 22:00 0 dîtin
Misir: Ti sedemek ji bo mayîna Tirkiyê ya li Lîbya, Iraq û Sûriyê nîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Îxwan El-Muslimînê ya li Tirkiyê rexne kir û got, Misir ti sedeman ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyê ya li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.

Samih Şukrî di civîneke rojnamevanî de got, welatê wî ji ber siyaseta Tirkiyê ya 10 salên dawî nîgeran e û diyar kir: “Misir ti sedemên hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.”

Şukrî destwerdana Tirkiyê ya li nav karên naxwe yên Misirê û piştevaniya wan a bo koma Îxwan El-Muslimîn rexne kir ku wekî komeke terorîst pênase lê hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di sala 2021ê de ji bo ji nû ve asayîkirina pêwendiyên herdu welatên Misir û Tirkiyê di asta nizm de hin hevdîtin hatin kirin, lê heta niha ew hevdîtin negihîştine asteke bilind û balyozxaneyên herdu welatan hîn nehatine vekirin.