6 partiyên Tirkiyê ji bo vegerandina sîstema parlamenteriyê li hev kir
PeyamaKurd – 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ji bo vegera sîstema parlamenteriyê bernameyeke amade kirin û li ser lihevkirin.
Li Tirkiyê 6 partiyên opozîsyonê ev demek e li ser sîstema parlamenteriyê ya bihêzkirî kar dikin ku partiyên endamên Tifaqa Milet CHP, Partiya İYİ, Partiya Saadet û Partiya Demokratê, bi du partiyên ji derveyî tifaqê bi Partiya DEVA û Partiya Gelecekê re di asta cigirê serokan de du civîn saz kirin.
Di civînan de biryar hat dayîn ku partiyên opozîsyonê civînên xwe ji 5ê Cotmehê û şûnde li Parlamentoya Tirkiyê lidar bixin.
Serokê Karûbarên Hilbijartin û Hiqûqê yê Partiya Saadetê Bulent Kaya ragihandiye, hevdîtinên wan ên li ser gotûbêjkirina prensîbên sereke wê bi awayekî perîyodîk berdewam bikin.
Bulent Kaya li ser mijara vegera li sîsema parlamenteriyê daye xuyakirin, “Êdî em dibînin ku Tirkiye bi sîstema hikûmeta serokomariyê nikare bê birêvebirin. Em dixwazin li ser prensîbên giştî lihev bikin û nêrîna xwe pêşkêşî raya giştî bikin. Lê ji bo vê hinekî dem û mizakere lazim e. Di nava meh û nîvekê de em ê bigihîjin metneke hevpar. Me li ser cudahiya erkan, kontrolkirina hikûmetê, şefafbûna kiryarên wê û li ser serxwebûna darazê lihev kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin