Anketa MetroPOLL Lêkolînê: Gelo divê em vegerin Sîstema Parlamenteriyê?

02 July 2024 10:48 0 dîtin
Anketa MetroPOLL Lêkolînê: Gelo divê em vegerin Sîstema Parlamenteriyê?

PeyamaKurd – MetroPOLL Lêkolîn anketek ji bo pîvandina nêrîna welatiyan a li ser pergala hikûmetê pêk anî.

MetroPOLL Lêkolîn anketek ji bo pîvandina nêrîna welatiyan a li ser pergala hikûmetê pêk anî. Di anketa ku di navbera 11-18ê Gulanê de li 28 parêzgehan bi 1700 kesî re hat kirin de ji beşdaran pirsa "Nêrîna we li ser pergala hikûmetê çi ye?" hat pirsîn.

Rêjeya kesên ku dibêjin “Pergala Serokatiyê ya heyî bidome” ji sedî 33,4 e, rêjeya kesên ku gotin “Em vegerin Sîstema Parlamenteriyê” ji sedî 55,8 bû. Yên ku fikrê xwe nabêjin ji sedî 10,8 in.

Li gor partiyan were nihêrtin, ji sedî 62,8ê AK Partiyê gotine "Serokkomar", ji sedî 84,3ê endamên CHPê jî gotiye "Parlamenter". Partiyên ku ji nîvî zêdetir Pergala Serokatiyê xwestin AK Partî û MHP bûn.