Sirketa Amerîkayê û Metropollê anketa dawî eskere kirin!

19 June 2018 12:04 0 dîtin
Sirketa Amerîkayê û Metropollê anketa dawî eskere kirin!

PeyamaKurd- Di 24ê Hezîranê de li Tirkiyê Hilbijartina Serokomariyê wê were kirin. Êdî ji bo encamên hilbijartinê her roj hinek şirket anketan çêdikin. Ji bo hilbijartinê jî tenê 5 roj mane. Di vê pêvajoya krîtîk de anketeke nû hate eşkerekirin.

Şirketa Amerîkayê ya bi navê Navenda Pêşketinê ya Amerîkayê (Center of American Progress-CAP) û Şirketa Tirkiyê ya bi navê Metropollê bi hev re ji bo Hilbijartina 24ê Hezîranê anketek çêkirin. Anket bi 2 hezar 534 kesî re rû bi rû hatiye çêkirin.

Li gorî encamên anketê rêjeya rayên namzetan wiha ye:

Recep Tayyip Erdogan: %45.2

Muharrem İnce: %19

Meral Akşener: %11.3

Selahattin Demirtaş: % 10

Temel Karamollaoglu: %1.2

Dogu Perinçek: %0.3

Biryar nedane: %8.5