ORC Lêkolînê anketa hilbijartinê parve kir

30 August 2024 09:20 0 dîtin
ORC Lêkolînê anketa hilbijartinê parve kir

PeyamaKurd – Di anketa ORC Lêkolîn a bi navê "Eger vê yekşemê hilbijartinek giştî çêbibe" de CHP bi 31,7 puanan di rêza yekem de bû. Pûanê AKPê bû 29,5.

Lêkolîna ORC encamên Lêkolîna Trendên Siyasî ya ku di Tebaxa 2024an de hatî kirin û anketa "Ger vê Yekşemê hilbijartinek giştî çêbibe" parve kir.

Di anketa ku li 36 parêzgehan hat kirin de, ji 4510 beşdaran bi rêbaza CATI (Apirsîna Telefonê bi Alîkariya Kompîterê) hat pirsîn: "Eger vê Yekşemê hilbijartinek giştî çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"

Li gorî encamên anketê CHP bi 31,7 pûanan di rêza yekemîn de cih girt.

AKP bi 29,5 pûanan di rêza duyemîn de ye, di rêza partiyên din de jî ev rêze:

MHP yüzde 11.2
DEM yüzde 8.7
YRP yüzde 5.1
İYİ yüzde 4.5
ZP yüzde 3.4
BBP yüzde 2.1
TİP yüzde 1.5YÊN DIN 2,3 ji sedî

Li gorî encamên anketa rû bi rû ya ku ji aliyê ORC Researchê ve di çarçoveya heman lêkolînê de di Hezîrana 2024an de bi 5620 kesan re hatiye kirin, di navbera CHP û AKPê de 2,6 xal hebûne.

CHP bi 33,2 pûanan di rêza yekem de, AKP jî bi 30,6 puanan di rêza duyemîn de ye.