Sîstema roketavêjê ya Tirkiyê MIDLAS hat ceribandin

03 December 2022 18:34 0 dîtin
Sîstema roketavêjê ya Tirkiyê MIDLAS hat ceribandin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê dis er hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku sîstema bi navê MİDLAS ê ku ji aliyê Roketsanê de tê hiberîn ya di, çarçoveya platforma deryayê ya ku bi jor de roketan davêje,ceribandina wê hat kirin ûı ceribandin biser ketiye. Eger sîstemê pêş de bixin wê ji welatên din nemabikirin.

Sîstema lançerê ya MİDLAS ê ku dikeve binê guverteya keştiyê, wê di sala 2023an de bi Firqeteyna Îstenbolê re bê entegrekirin û bikeve nav enwantera hêzên deryayê yên artêşa Tirkiyê. Eger di sala 2023an de bikeve nav enwantera artêşa Tirkiyê, wê ev bê vateya ku Tirkiye sîstem û keştiya xwe dikare bi hevre hilberîne. Li ser mijarê serokê daîra sanayiya bergiriyê yê Tirkiyê İsmail Demir weha got:

“Em kevirên asasên keştiyên xwe yên şer bi sîstema ku ji keştiyan karibin roketan bavêjin ava dikin. Di ceribandina MİDLAS ê de, fuzeya HİSAR ê hat avêtin. Wê di sala 2023an de bi firqeteyna Îstenbolê ve bê entegre kirin û bikeve nav enwantera fermandariya deryayê ya artêşa Tirkiyê.”