Li ser deverên Kurdistanî 2 pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin çapkirin

15 March 2021 19:45 0 dîtin
Li ser deverên Kurdistanî 2 pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin çapkirin

PeyamaKurd - Seroka Lijneya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî îro Duşemê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku 2 pirtûk li ser deverên Kurdistanî hatine çapkirin û bi merasîmekê hatine îmzekirin.

Pirtûkek ji wan bi navê "Deverên Kurdistanî Di Navbera Rastiya Dîrokî û Cihê Erdnîgariyê De" ye û ji aliyê Prof. Dr. Xelîl Îsmaîl ve hatiye nivîsandin.

Pirtûka din jî bi navê "Beşek Ji Yasa û Biryarên Taybet ên Li Ser Cîbicîkirina Pêngavên Madeya 140 a Destûra Komara Iraqê" ye û ji aliyê şêwirmendê lijneyê Dr. Xamoş Umer ve hatiye nivîsandin.

Seroka Lijneyê kurteyek derbarê herdu pirtûkan de ji bo amadebûyan pêşkeş kir û bi navê lijneyê, spasî û destxweşî li nivîskar û amadekarên herdu pirtûkan kir.

Mebesta amadekirin û belavkirina pirtûka yekem ji aliyê lijneyê ve, ji bo belgekirin û derxistina rastiyên li ser dîrok û erdnîgariya wan deveran e. Pirtûka duyem jî hemû wan biryar û yasayên tê de hatine komkirin ku li ser pêngavên cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê ye.

Ciwan Rojbeyanî diyar kir ku girîngiya van pirtûkan di wê yekê de ye ku him dikarin ji bo karê lijneyê sûdê jê werbigrin ji bo hêsankariya karê lijneyê û him jî weke çavkanî ji bo lêkolînan werin bikaranîn, ku bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatine çapkirin.