Di mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê de 9 hezar berhemên Kurdî

03 March 2024 23:25 0 dîtin
Di mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê de 9 hezar berhemên Kurdî
PeyamaKurd - Diyar bû ku yek ji mezintirîn pirtûkxaneya Kurdî, pirtûkxaneya Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Hate hînbûn ku di Pirtûkxaneya Kongreya DYAyê ku mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê ye, zêdetirî 9 hezar pirtûk, tekst, fîlm û perçeyên muzîkê yên Kurdî hene.

Lêkolînerên Pirtûkxaneyê hêvî dikin ku zêdebûna hejmara van pirtûkan alîkariya parastina çand û ziman û mîrata kurdî bike.

Di vê pirtûkxaneya ku di 1900î de hatiye avakirin de berhemên ji her zaravayên Kurdî cih digirin.

Mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê di xwe de ji 175 milyonî bêtir pirtûkên ji 470 zimanên cuda dihewîne.