Çapemeniya cîhanê: “Di xewê de bi hezaran kes mirin”

07 February 2023 17:00 0 dîtin
Çapemeniya cîhanê: “Di xewê de bi hezaran kes mirin”

PeyamaKurd- Li ser erdhejan li bajarên bakurê Kurdistanê, çapemeniya Brîtanî di rûpela xwe ya yekem de cih da erdheja bi pileya 7.7 ku duh sibehê saet di 04:17 de li Mereşê çêbû û herî kêm li 10 parêzgehan û Suriyeyê jî di bin bandorê de man.

The Guardianê, di rûpela xwe ya yekem de wêneyê keçeke ku li Diyarbekirê ji bin xirbeyan hat derxistin da û manşeta xwe wiha bi nav kir: “Felaket: Di erdheja ku li Tirkiye û Suriyeyê qewimî de bi hezaran kes mirin. Hejînên herî bi hêz ên 100 salê, bajaran veguherand xirbeyan.”

"Erdheja girseyî: Di xewê de bi hezaran mirin"

Di manşeta Timesê ya ku di rûpela xwe ya yekem de havêt de heman wêneyê ji Diyarbekirê bi kar hanî û got, “Erdheja mezin: Di xewê de bi hezaran kes mirin.”

Rojname dibêje ku tê çaverêkirin ku hejmara miriyan li Tirkiye û Suriyê zêde bibe, lê dide zanîn ku ji çar aliyên cîhanê pêşniyazên alîkariyê tên.

Rojnameya Financial Times sernavê "Piştî erdheja herî mezin a 84 salan, Tirkiye û Suriyeyê hejand bi hezaran kes mirin" nivîsand ku Tirkiye ji ber ku herî zêde karesata xwezayî ya nêzî 100 salên dawîn de taxên li başûrê rojhilat û bakurê Suriyeyê wêran dike, bi qeyranê re rû bi rû maye.

Rojnameya Daily Telegraph jî diyar kir ku di erdheja herî mezin a 100 salên dawî ya li Tirkiyeyê de bi hezaran kes mirine û di rûpela yekemîn a wê de wêneyê ciwanekî ku li Hatayê ji binê xirbeyan hatiye derxistin bi kar hanî.

"Dibe ku 10 hezar kes di bin xirbeyan de miribin”

Rojnameya Sunê ku bi sernavê "Alîkariya wan bikin" hat weşandin, tê gotin ku tirsa wê heye ku 10 hezar kes di bin xirbeyan de mirine û gelek kes jî di bin xirbeyan de mane. Rojnameyê da zanîn ku zanîn ku ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin û daxwaza piştgiriyê kir.

Rojnameya Daily Mirror jî di rûpela xwe ya yekem de wiha got, "Hêviyek di tirsê de" di manşeta xwe de lwêneyê zarokekî ku li Suriyeyê ji bin kavilan hatiye derxistin da. Rojname dibêje ku Tirkiye û Suriye wêran bûne û piştî ku bi sedan avahî wêran bûne, ji bo dîtina kesên rizgarbûyî pêşbaziyek li dijî demê bû.