Çapemeniya Cîhanê: Erdogan cara ewil wiha têk diçe
PeyamaKurd - Rojnameyên cîhanî bi awayekî berfireh cih didin hilbijartinên Tirkiyê û şîroveyan dikin bê gelo Erdogan ji aliyê siyasî ve lawaz bûye yan na. Rojname dibêjin ku Erdogan du mezintirîn bajarên Tirkiyê (Enqere-Stenbol) ji dest dan û cara ewil bi awayekî cidî têk çû.
Hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê di medyaya cîhanî de bi awayekî berfireh cih girt. Rojnameyên serekê yên Amerîka, Rûsya, Almanya, Fransa û Rojhilata Navîn derbarê hilbijartinên Tirkiyê de nirxandinên cur bi cur bi xwendevanên xwe re parve kirin.
Li gorî nûçeya Euronewsê, New York Times a amerîkî amaje kir ku, “wisa diyar e ku Erdogan li du mezintirîn bajarên Tirkiye bi awayekî cidî têkçû. Erdogan di hilbijartinên herêmî de cara ewil bi awayekî cidî li tehma têkçûnê digere.”
DIE WELT: Ne AKPê lê Erdogan dîsa jî bi awayekî serkeftinek bi dest xist.
LE MONDE: Di hilbijartinên roja yekşemê de desthilata Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) rêveberiya Enqere winda kir û dibe ku Stenbolê jî winda kiribe. Sedema van nerazibûnan, rewşa aborî ye
AL MONITOR: Hilbijartinan herêmî dê ji bo Erdogan bibe dersek.
RUSSIA TODAY: Li Stenbolê partiya Erdogan û opozîsyonê bi hev re li Stenbolê serkeftina xwe ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin