Çapemeniya Îranê: Putin hewil dide, Esad û Erdogan li hev bîne

21 August 2022 18:03 0 dîtin
Çapemeniya Îranê: Putin hewil dide, Esad û Erdogan li hev bîne

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê Ajansa Îranê Tasnimê ve hat parvekirin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di nav hin hewilan de ye ku meha pêş, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed, bîne gel hev.

Li gorî nûçeya hat ragihandin, Vladimir Putin, Beşar Esad û Recep Tayip Erdogan, ji bo beşdariya Lûtkeya Şanghayê ya ku dê li Semerqenda Ozbekistanê pêk were hatine vexwendin û heye ku bi navbeynkariya Putin; Esad, Putin û Erdogan li wê lûtkeyê civînekê li dar bixin.

Hegera hevdîtinê, ji rojevê kêm nabe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di dema vegera xwe ya ji Ukraynayê de daxuyaniyek dabû û rê li ber rêveberiya Suriyeyê vekiribû ku ew amade ne hevdîtinan bikin.

Rêveberiya Suriyeyê jî ji bo hevdîtina ligel Tirkiyeyê şert danîbûn û beriya van şertan jî bang li Tirkiye û Amerîkayê kiribû ku ji axên Suriyeyê vekişin da ku ew venêrîna axa xwe bikin.