Putin: Rojava, hewila tifaqeke nû dide

26 March 2023 19:30 0 dîtin
Putin: Rojava, hewila tifaqeke nû dide

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ragihand ku pêwendiyên welatê wî bi Çînê re wekî tifaqeke leşkerî nayê binavkirin. Putin, welatên rojavayî jî bi avakirina tifaqeke nû ya wekî dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn tawanbar kir.

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin di daxuyaniyên xwe yên ku di televizyona Rossiya 24ê de hat weşandin de diyar kir ku Rusya û Çîn tifaqeke leşkerî pêk nehaniye û gef li kesî nexwariye û diyar kir ku her tişt di têkiliyên navbera Rusya û Çînê de zelal e û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Rast e, em di warê leşkerî û teknîkî de bi Çînê re hevkariyê dikin û em venaşêrin. Her tişt zelal e, li vir tiştek veşartî tuneye. Em di warê leşkerî de jî hevkariyê dikin, tetbîqatên leşkerî pêk tînin. Em her tiştî bi zelalî dikin, lê ev ne tifaqeke leşkerî ye.”

Serokê Rusyayê diyar kir ku berovajî vê, Rojava hewil dide 'NATOyeke cîhanî' biafirîne û tifaqeke nû ava dike.

Putin amaje kir ku kir ku di konsepta stratejîk a nû ya NATOyê de bi welatên herêma Hînd-Pasîfîkê re hevkariyên xurt pêk tên û wiha got: "Her wiha di vê konseptê de welatên ku dê tevlî NATOya global bibin navnîşan dike.”