Erdogan cara ewil derbarê cezayê Îmamoglu de axivî
PeyamaKurd – Erdogan derbarê nîqaşa cezayê hepsê yê li Ekrem Îmamoglu hat birîn de axivî û wiha got: "Dema em dibînin kesek hewl dide şerên xwe yên navxweyî û lîstika taht a Bîzansê li ser me bimeşîne em xemgîn dibin."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Mêrdînê beşdarî merasîma vekirina girseyî bû.
Erdogan derbarê cezayê girtîgehê yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de jî axivî.
Erdogan cara ewil derbarê mijarê de axivî û wiha got: "Li pişt tofana ku di van rojên dawî de bi biryara dadgehê derketiye, zîhniyeteke faşîst heye. Tu eleqeya vê nîqaşê ne bi me, ne jî bi gelê me re heye. Mijar mehkûmkirina kesekî ye ku heqaret li dadgeran kiriye."
Erdogan wiha got: "Dema em li tiştên ku piştî biryara dadgehê hat eşkerekirin dinêrin, hem dikenin û hem jî xemgîn dibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin