Qeyûm Pirtûkxaneya Cegerxwîn vala kir: Ji 10 hezaran tenê 300 kitêb man

03 July 2020 16:53 0 dîtin
Qeyûm Pirtûkxaneya Cegerxwîn vala kir: Ji 10 hezaran tenê 300 kitêb man

PeyamaKurd – Bi qasî deh hezar kitêbên Kurdî-Tirkî yên di Pirtûkxaneya Cegerxwîn de, piştî danîna qeyûm li ser şaredariyê hatine tunekirin û tenê 300 kitêb mane.

Li gorî zanyariyan qeyûmê ku li cihê hevserokên Şaredariya Peyas a Diyarbekirê hatiye danîn, pirtûkên di Pirtûkxaneya Cegerxwîn de vala kiriye ku ji 10 hezar pirtûkan niha tenê 300 mane tê de.

Hevşaredarên HDPê yên Peyasê yên hilbijartî piştî ku ji karê xwe hatin dûrxistin, li şûna wan Mustafa Kiliç ji aliyê hikûmeta Tirkiyê wek qeyûm hatibû danîn.

Bi qasî deh hezar pirtûkên ku bi zimanên Kurdî û Tirkî derbarê felsefe, edebiyat, dîrok, huner, helbest, zanyariyên giştî, zanist û lêkolînê hebûn û xwendekaran û welatiyan ji wan sûd werdigirt ji pirtûkxaneyê hatine valakirin.

Pirtûkxaneya Cegerxwîn girêdayî Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn e ku sala 2010an ji aliyê şaredarê HDPê ve hatibû avakirin.

Herwiha tê gotin ku Mustefa Kiliç ne tenê pirtûkên Pirtûkxaneya Cegerxwîn, beşek zêde ji pirtûkên li pirtûkxaneyên qezaya Peyasê yên li taxên Peyas, Firat, Medya, Mezopotamiya û Bariş jî kom kirine û ji nav birine.