Qeyûmê Sêrtê 'Pirtûkxaneya Mîr Celadet Alî Bedirxan' hilwesand û sedem nîsan neda

31 May 2020 09:33 0 dîtin
Qeyûmê Sêrtê 'Pirtûkxaneya Mîr Celadet Alî Bedirxan' hilwesand û sedem nîsan neda

PeyamaKurd - Qeyûmê ku li şûna şaredarê hilbijartî yê Sêrtê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve bo Şaredariya Sêrtê hatiya danîn, pirtûkxaneya Mîr Celadet Alî Berdirxand bi maşîneyên kar hilweşand.

Hilweşandin û ruxandina pirtûkxaneyê bû sedema bertekan ku wekî bêtehemuliya nirxên çandî û dîrokî yên Kurdan hat nîşandan.

Wezareta Navxwa ya Tirkiyê 15ê Gulanê qeyûm danîbû ser Şaredariya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ku di destê HDPê de bû.

Parêzgar û qeyûmê Sêrtê Alî Fûat Atîk piştî hat ser şaredariyê pirtûkxaneya girêdayî şaredariyê ya bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan xera kir û hîn ti sedemek jî bo hilweşandina avahiya pirtûkxaneyê nehatiye nîşandan.

Hêjayî gotinê ye, piştî danîn qeyûman ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, li hin navçe û bajarên din jî sembolên Kurdî hatibûn rakirin û li şûna wan nivîsên tirkî hatibûn danîn.