Celadet Alî Bedirxan di 71emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn

15 July 2022 15:37 0 dîtin
Celadet Alî Bedirxan di 71emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku li Bakurê Kurdistanê xebatên bo zimanê Kurdî dimeşîne, di 71emîn salvegera Mîr Celadet Alî Bedirxan de daxuyaniyek belav kir.

PZKê behsa rol û keda Mîr Celadet Alî Bedirxan ya ji bo zimanê Kurdî kir û bangewazîya xwedîderketina li nirxên wek Celadet Alî Bedirxan kir.

Di daxuyaniyê de gotin, Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî bi kovara HAWAR xizmetek girîng û hêja ji bo geşkirina zimanê Kurdî kirine û wê xebatên Platforma Zimanê Kurdî jî ji bo zimanê Kurdî berdewam be.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî:

“Di sala 1951 an 15ê Tîrmehê de Mîr Celadet Bedirxan koça dawî kiribû. Di vê rojê de stêrkekî din ji Malbata Bedirxaniyan xericî bû û çûbû ser dilovaniya xwe. Wê roja reş ezmanên Kurdistanê gelekî xemgîn bûn… Ewran hêstir dibarandin… Kewên ribat êdî nema dixwendin…

Di wê roja tarî de Gelê Kurd bi rêzdarî xebata Mîr Celadet bibîr dianî. Xebatên wî di ber çavan re derbas dikirin. Baş tê zanîn ku Mîr Celadet di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji Kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bêwestan, bawerî bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, kultur û karê rewşenbirî Mîr Celadet jî weke hemû Rewşenbirên Kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kiribû. Hemû Kurdan bi hev re jî beşdarî kesera Mîr Celadet dibûn. Bayê xemgîniyê jî li seranserê Kurdistanê belav dibû û di hiş û bîra Kurdan de hestên welatperwerıyê hina geştir dikirin.

Rewşenbîrê heja di pêşgotina Kovara Hewarê de ku di 1932yan de dest bi weşanê kiribû, daxwaz û ramanên xwe wisa formule kiribûn. Di vê hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de daxwaz û ramanên Kurdewar bi zimanekî hêsan wisa anîbûn ser kaxezê: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin.”

Platforma Zimanê Kurdî bi erka xwe ya bingehîn dizane ku xebata Mîr Celadet Bedirxan û hemû rêhavalên wî ku ji bo geşkirina zimanê Kurdî dest pê kiribûn, wê bi sebir, bi hişmendî û bi hevbeşî berdewam bike. Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasî qet nabe. Ji ber vê yekê, em weke PZK dibêjin; Welatperwerî bê zimanê Kurdî nabe. Siyaseta Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Nasnama Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Têkoşîn ji bo Mafê Kurdan bê zimanê Kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê Kurdî nabe. Zimanê Kurdî di nava tevgera Kurdî de divê bibe rengê hemû Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî bi rastî hebûna me ye. Hebûna netewa me ye.

Bi wan hest û ramanan em roja koça dawî ya Mîr Celadet Bedirxan bibîr tînin. Sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û dubare dibêjin: Xebat ji bo zimanê Kurdî her berdewam e.”