Di 31em salvegera wefata Turgut Özal de, li ser gora xwe hat bibîranîn
PeyamaKurd – Serokkomarê 8em yê Tirkiyê Turgut Özal di salvegera wefata wî ya 31em de, li ser gora wî bi tevlîbûn malbata wî û gelek kesan de hat bibîranîn. Merasima bîranînê li Îstenbolê li Topkapıyê weka gora abîde ye.
Jina Turgut Özal, Semra Özal ji bo CNNê di derbarê jiyana xwe ya 31 salan de ku çawa bê Turgut Özal derbas kiriye gotiye:
“Eşa min gelek mezine û her diçe mezintir dibe. Nabe ez wê êşê jibîr bikim. Xelk pir jê hez dikir. Hêjî jê hez dikin û jê re rêz digrin. Tişta ku xema min direvîne an ku sivik dike ew e ku xelk jê hez dike û hezkirina wî dewam dike.”
Di merasima bîranîna Özal de cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz, parêzgerê Îstenbolê Davut Gül, şaredarê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu û gelek kesên din tevlî merasimê bûn qaranfîlan danîn ser gora Turgut Özal.
Cevdet Yılmaz piştî merasima Turgut Özal seredana gora Adnan Menderes kir ku di sala 1960an de dema serokwezîrê Tirkiyê bû, derba leşkerî çêbû û Menderes bi du wezîrên xwe ve hatin îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin